Tu kê înkar dıkî,
Bi zımanê kê?
Em zanın,tu dıkarî zimanê me jêbıkî
Lê yê dirokê?
Tu kê derdikî,
Ji welatê kê ?
Em zanın,hezar û yek rûpoşên te hene
Gelo tu yê bı kîjanî derkevî
Pêş dirokê?
Tu kê tavanbar dıkî,
Bi dada kê?
En zanın,rewişta te ınt û rık ê
Tu dibejî:
-An hez bıke,an terk bıke!
Law, dîno!
Bi wê çîrokê
U bı wê kakırosiyê
Tu yê xwe bı xwe biqewirîni
Ji dirokê!…
07.09.1998
İlhami ÖZER, ilhamiozer21@mynet.com